Hevseroka MSD`ê: Entegrasyon nayê wateya bidawîkirina hebûna Kurdan

Hevseroka Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD), Leyla Qereman, diyar kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya ji bo naskirina ziman û çanda Kurdî bernedin.

Hevseroka MSD`ê: Entegrasyon nayê wateya bidawîkirina hebûna Kurdan
13 îlon, 2026   14:54
HESEKÊ

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman serdana konê sersaxiyê yê ji bo, şervanê Hesekê , Sîpan Hesekê, ku di 10`ê Îlonê de piştî revandina wî ji aliyê komeke çekdar ve şehîd bû, kir. Leyla Qereman di bin konê sersaxiyê de axivî.

Leyla diyar kir ku kes dê nikaribe mafên Kurdan bêbandor bike an jî daxwazên wan ên azadiyê bêdeng bike.

Her wiha bang kir ku pêşî li hewldanên ji bo gurkirina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de were girtin û aştiya sivîl were parastin.

Di derbarê mijara entegrasyonê de, Leyla Qereman diyar kir ku entegrasyon "nayê wateya bidawîkirina hebûna Kurdan. Ziman beşek ji hebûn û nasnameya me ye, û em ê li dev ji vê daxwazê ​​bernedin."

(k)

ANHA