Aloziya li Şengalê dewam dike

Xelkê Şengalê ji bo êrîşa artêşa Iraqê ya li ser şervanên YBŞ'ê şermezar bike li hev kom bû û xwest bimeşe. Ji ber ku li benda kontrolê ya artêşa Iraqê hate astengkirin, rageşiyê destpê kir û hîn jî dewam dike.

Aloziya li Şengalê dewam dike
19 adar, 2025   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Iraqê doh bi şev li taxa Yermûkê ya li navenda bajarê Şengalê kemîn danî pêşiya wesayitek ku şervanên YBŞ'ê tê de bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ'ê ragihand ku di bûyerê de 3 şervan birîndar bûn ku rewşa yek ji wan giran bû.

Artêşa Iraqê piştî êrîşê hêzeke giran a leşkerî şand navenda Şengalê. Rewşa awarte dewam dike.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldanên provokasyonê yê hêzên Iraqê xwest bi konvoyê ji quntara Çiyayê Şengalê ji Serdeştê derbasî navenda bajarê Şengalê bibe.

Lê belê konvoy di navbera Çilmêran û Şengalê de li benda kontrolê ya Artêşa Iraqê ya bi navê 'Amûd' hate astengkirin.

Xelk û ciwanên Şengalê bi dirûşma 'Bijî Berxwedana YBŞ'ê' bersivê dide hewldana provokasyonê ya artêşa Iraqê.

Leşkerên Iraqê derbasî pêşiya jin û dayikan dibin û dixwazin gel bi çekan bitirsînin.