Di êrişên li ser Xezayê de 8 kes hatine kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di nav de 6 jê ji malbatekê, 8 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 8 kes hatine kuştin
16 tebax, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê îro li wargeha Birêç malek û li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê de konek bombebaran kirin, di encamê de bi kêmanî 8 kes hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Çavkaniyên bijîşkî ji Nexweşxaneya Ewda ya kampa Nisêrat diyar kir ku 4 jê zarok, bi giştî 6 kuştiyên êrişa li ser mala li wargeha Birêç gihiştin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku di êrişa li devera Miwasî Qerara ya bakurê Xan Yûnisê de jinek û hevserê wê hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji Cotmeha 2023’an ve, piranî sivîl bi kêmanî 61 hezar û 827 kes li Xezayê hatine kuştin.

(bb)