Agahiyên nû li ser şerê li Qereçoxê

Der barê encama pevçûna li Çiyayê Qereçox navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê derketî  de walîtiya Musilê agahiyên nû parve kirin û ragihand ku pêşmergeyekî PDK`ê hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûn û 6 leşkerên Iraqê birîndar bûne.

Agahiyên nû li ser şerê li Qereçoxê
22 cotmeh, 2023   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox ê Mexmûrê li noqteyên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.

Der barê encama pevçûnê de walîtiya Musilê agahî parve kir û got, şer di saet 16:30’an de di navbera pêşmergeyên PDK’ê û Firqeya 14’an ya artêşa Iraqê de rû daye.

têkildarî sedemê derketina şer jî, walîtiyê aşkera kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ji wan noqteyên ku berê di dest HPG’ê de bûn û piştî vekişîna ji Mexmûrê artêşa Iraqê lê bicih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê red kirine, devjenî di navbera wan de derketiye û piştre pevçûn çê bûye.

Li gor agahiyên walîtiyê dane, di encama pevçûnê de pêşmergeyekî PDK’ê hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne. Her wiha ji artêşa Iraqê jî 6 leşker birîndar bûne û birîna 2 ji wan giran e.