Têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqandina erebeyê ya li Qamişloyê rû dabû, daxuyanî da û got, di teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû.
Îro saet derdora 15:00′an de, li nêzî Çerxeriya Quwetlî li ser rêya Kornîş a bajarê Qamişloyê erebeyek teqiyaye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyerê daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
′′Îro 22′yê Cotmehê, piştî nîvro li bajarê Qamişlo seyareyeke (Hyundai Jeep) teqiya. Di encama teqînê de jinekê jiyana xwe ji dest da û mêrek birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Hêzên me li derdora cihê teqînê dorpêçeke ewlehiyê pêk anîn û ji bo jiyana welatiyan biparêzin ew dûrî wir xistin. Piştî vemirandina agirê seyareyê hat dîtin ku hîn mayînek tê de ye û neteqiye di cih de hêzên me yên pispor ew mayîn vekirin.
Hêzên me lêpirsînek berfireh dan destpêkirin, da ku kesên bûne bûne sedema vê teqînê bigirin û li pêşberê edaletê bên dadgehkirin."
(bb)