Hêzên Iraqê 7 çeteyên DAIŞ'ê li Neynewayê girtin

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê 7 çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Neynewayê girtin.

Hêzên Iraqê 7 çeteyên DAIŞ'ê li Neynewayê girtin
22 cotmeh, 2023   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Îstixbarat û Lêpirsînê ya Wezareta Hundirîn a Iraqê destnîşan kir ku 7 çeteyên DAIŞ'ê li parêzgeha Neynewayê ya bakurê Iraqê hatin girtin.

Ajansê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên ewlekariyê li gor agahiyên îstixbaratî li parêzgeha Neynewayê kemînek li pêşiya 7 çeteyan ku li gor madeya 4'emîn a têkoşîna li dijî terorê gunehbar in, adanî û ew girtin.

Ajansê piştrast kir ku di encama lêpirsînê de girtî li xwe mikur hatin ku ew girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ne û li hember endamtiya di DAIŞ'ê de pere distandin.

Gerînendetiya Îstixbarata Leşkerî ya Iraqê roja şemiyê ragihandibû ku 6 çete li parêzgehên Enbar û Neynewayê hatine girtin.

(mh)