Afganistan: Dan û standinên bi Pakistanê re têk çûn

Hikumeta Talîbanê ya Afganistanê ragihand ku tora dawîn ya dan û standinên aştiyê bi Pakistanê re têk çûn û îdia kir ku sedema têkçûnê ’’helwesta bêberpirsiyar û bêhevkar a Pakistanê ye’’

Afganistan: Dan û standinên bi Pakistanê re têk çûn
8 mijdar, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Talîban a Afganistanê Zebîhullah Mucahid îro daxuyaniyek weşand û got: "Di nîqaşan de, aliyê Pakistanî hewl da tevahiya berpirsiyariya ewlehiya xwe bixe stûyê hikumeta Afganistanê. Di heman demê de nîşan neda ku ew amade ye ku ti berpirsiyariyek ji bo ewlehiya Afganistanê an ewlehiya xwe bigire ser xwe."

Mucahid her wiha got: "Tevî niyeta baş a Îmarata Îslamî ya Afganistanê û hewldanên navbeynkaran, lê helwesta bêberpirsiyar û bêhevkar a şandeya Pakistanî  tu encam bi dest nexistiye."

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê jî têkçûna dan û standinên aştiyê yên li Stenbolê yên yên bi Afganistanê re ragihand û got, madem êriş ji Afganistanê nehatine kirin, agirbest berdewam e. Wezîrê parastinê anî ziman ku Pakistanê ji bo diyalogê bi rayedarên Afganistanê re  bi biryar e.

Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Attaullah Tarar jî duh îşaret bi têkçûna dan û standinan kiribû û gotibû, "Berpirsyar Kabulê ye, divê sozên xwe yên ji bo şerê li dijî terorîzmê bicîh bîne, lê heta niha nekariye bike."

Her wiha got: "Pakistan dê hemû vebijarkên pêwîst bi kar bîne da ku ewlehiya gelê xwe û serweriya xwe biparêze."

Piştî şerekî bixwîn, herdu welatan roja Pêncşemê li Stenbolê hevdîtin kirin da ku agirbesta ku di 19’ê Cotmehê de li Qeterê li ser lihevkirinek hatibû kirin, nîşqaş bikin.

(bb)