‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî kilîta aştî û çareseriya demokratîk e’

Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta aştî û çareseriya demokratîk e.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî kilîta aştî û çareseriya demokratîk e’
20 hezîran, 2026   02:50
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID-ROHAT XELEF

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê-Şaxê Girkê Legê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wek gaveke ji bo xurtkirina edalet, aştî û jiyana hevbeş şîrove kir û rola wî di serxistina hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd de bi awayekî aştiyane, vegotin.

Bengîn Adem anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan piştevanekî sereke yê aştiyê ye û pêvajoyên aştiyê yên ku wî li Tirkiyeyê ragihandine, bi bîr xistin.

Bengîn Adem destnîşan kir ku ji dewleta Tirk tê xwestin ku gavên cidî biavêje û di serî de Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bike. Her wiha got, çareseriyên aştiya ji pirsgirkên asêmayî, di nav de pirsgirêka Kurd û mîsogerkirina mafên gelê Kurd, hewceyî sûdwergirtina ji nêrîna Rêbertî ya li ser esasê diyalog û jiyana hevbeş e.

Biradost Mîtanî jî diyar kir ku ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistanê divê derfet li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan bê vekirin da ku rola xwe di xurtkirina diyaloga di avbera gelan de pêk bîne.

Mîtanî anî ziman ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û ji bo ewlehî û aştî pêk werin pêdivî bi hewldanên cidî hene.

Şêxmûs Cûma jî diyar kir ku Tirkiyeyê heya niha gavên têrker li gorî pêdiviyên pêvajoya aştiyê neavêtine û got, azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê nîşaneyeke cidî ya piştgirîkirina çareseriyên aştiyane û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogan be.

Şêxmûs Cûma her wiha destnîşan kir ku naskirina mafên Kurdan û xurtkirina derfetên serxistina pêvajoya aştiyê gavên şênber hewce dikin û di dawiya axaftina xwe de got: "Beşdariya Rêber Abdullah Ocalan û çavdêriya wî ya li xeta diyalogan dê bibin sedema gihaştina encamên mayînde û giştî."

(bb)

ANHA