Abbas Arakçî çû Cenevreyê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo beşdarî 2yemîn Civîna Amerîka û Îranê ya Muzakereyên Nukleerî ya sibê bibe çû bajarê Swêd ê Cenevreyê.

Abbas Arakçî çû Cenevreyê
16 sibat, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa fermî ya Îranê derbarê çûyîna Abbas Arakçî û şandeya pê re ya Cenevreyê nûçe parvekir. 

Hat diyar kirin ku Arakçî beriya civîna muzekereyên li ser nukleerê ya Cenevreyê dest pê bike dê li Swêdê hin têkiliyên dîplomatik pêk bîne.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin Abbas Arakçî û şandeye pê re, dê bi wezîrê Karên Derve yê Siwêdê, Hempîşeyê xwe yê Ummanê, Dîrektorê Giştî yê Enerjiya Atomê ya Navneteweyî û hin rayedarên navneteweyî yên li Siwêde re hevditinan pêk bîne.

Her wiha Abbas Arakçî dê beşdarê Civîna Konferansa Bêçekbûnê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bibe û di civînê de li ser mijarê axaftinekê bike.