Li Îraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin

Li gorî Dije Terora Iraqê di parêzgeha Enbarê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Li Îraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin
16 sibat, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyonek taybet de, hêzên wan li parêzgeha Enbarê 2 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Li gorî heman daxuyaniyê bi hevkariya hêzên Dije Terorê ya Silêmaniyê li Kerkûkê jî operasyonek hatiye lidarxistin.

Hate gotin ku di encama operasyonê de gelek stargeyên DAIŞ’ê di encama operasyonê de hatine têkbirin.

Herwiha li gorî heman daxuyaniyê li parêzgeha Diyalayê jî operasyonek hatiye lidarxistin û di encamê de gelek stargehên DAIŞ’ê hatine tinekirin.