Artêşa Îsraîlê li wesayîtekê da: 4 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê li wesayîtekê da: 4 kes hatin kuştin
16 sibat, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê duh bi şev li nêzî herêma Mesnai ya li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê bi dronekê wesayîtek kir hedef. Di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Navenda Rewşên Awarte ya Tenduristiya Giştî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî piştrast kir ku di bombebaranê de 4 kes hatin kuştin û dîmenên şewitandina wesayîtê parve kirın.

Berdevkê artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wan endamekî Hizbullahê li bajarokê Hanîn ê navçeya Bin Cibêl kiriye armanc û ev yek jî wek bersiva li hemberî gefan pênase kir.

Artêşa Lubnanê jî daxuyand ku droneke bombebarkirî ya Îsraîlê ji bajarokê Hola-Merceyîn ket û teqiya.

(bb)