Hejmara qurbaniyên bahoza Awûstralyayê bûn 7 kes

Ji ber bahoza jasper li peravên rojhilatê Avûsturalya xist, zêdetirî 80 hezar malan elektrîk qut bûye û7 kesan jiyana xwe ji dest dane 

Hejmara qurbaniyên bahoza Awûstralyayê bûn 7 kes
27 kanûn, 2023   11:57
NVAENDA NÛÇEYAN 

Bahoza ku li peravê rojhilatê Awûstralyayê çêbûyî, bû sedema mirina 7 kesan û zêdeyî 80 kes mal bêyî elektrîk man. Zarokek 9 salî jî di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de ye.

Ji roja Duşemê ve bahoz û bager li eyaletên Qûeensland û Vîctorîayê bûn sedem ku dar bikevin û lehî rabin.

Polîsan ragihand ku keştiyeke ku 10 hezar kes tê de bûn, li nêzî Brîsbaneyê alabora bûye, 2 kes xeniqîne û xebatên lêgerînê dewam dikin.

Şefa Polîsan a Qûeensland Katarîna Carroll daxuyanî da rojnamevanan û got: “24 saetên dawî ji ber şert û mercên hewayê trafîk xitimî.”

Jineke 46 salî roja Sêşemê ket nava kanalîzasyoneke li Gympîe ya li rojhilat û hîna nehatiye dîtin. Komên rizgarkirinê derbarê vê yekê de bi fikar in.

Li gel jina navborî, du jinên din jî ketibûn kanalîzasyonê. Yek ji wan hatibû rizgarkirin û yek jî jiyana xwe ji dest dabû.

Servîsa Meteoroliyê ya Awûstralyayê hişyarî kir ku herêma Qûeensland di bin rîska karesatên xwezayî de ye.

Energex ku çavkaniya elektrîkê ya herêmê ye, roja Sêşemê ragihand ku zêdeyî 120 hezar muşteriyên wê bêyî elektrîk mane û di rewşa heyî de jî hîna zêdeyî 80 hezar mal bêyî elektrîk in.