Bicihkirina filistiniyan li Efrînê, hate şermezarkirin

Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê guhartina demografîk û bicihkirina filistiniyan a li Efrînê, şermezar kirin.

Bicihkirina filistiniyan li Efrînê, hate şermezarkirin
2 kanûn, 2023   13:24
ŞEHBA

Rêvberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê bicihkirina filistiniyan û guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya koçberên Efrînê û nûnerên Rêveberiya Xweser daxuyanî hate dayîn. Endamên Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Nebo û Rêgaz Lolo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên di navbera neteweperest û tevgerên radîkal de, li ser hesabê gel didome û wiha hate gotin: “Koçberên Efrînê yên li Şehbayê, partî û sazî sûcê guhartina demografiyê bi destê dewleta Tirk a faşîst li Efrînê û bi taybet gelê Kurd û bicihkirina filistiniyan bi piştgiriya Qeterê û hin aliyên filistînî, şermezar dikin û lanetê lê dikin.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan hate şermezarkirin û hate got: “Em bêdengiya wan şermezar dikin û daxwaz dikin ku binpêkirinên hatine kirin, bên belgekirin û tomarkirin û di demeke nêz de bê aşkerakirin. Ji raya giştî re jî bê ragihandin û hesab ji kujeran were xwestin.”