7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê di 7 salan de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ew destkeftî bi saya şêniyên Tebqayê û saziyên tenduristî, aborî, xizmetguzarî, siyasî û leşkerî hatin dewam dikin.

7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
7 salan piştî rizgarkirinê Tebqa
10 gulan, 2024   10:21
TEBQA
SELAM KÊREWAN

Tebqa ji bajarên turîzmê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku li ber çemê Firatê ye û Bendava Firatê ku bendava herî mezin a Sûriyeyê ye, lê ye. Li bajêr Ereb, Kurd û xiristiyan dijîn. Li gorî serjimara dawîn, gelheya wê 315 hezar e. 

Di nîvê 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê kanton dagir kir û talan kir. Di 22'yê Adara 2017'an de, ji bo xwedîderketina li bangên şêniyên kantonê û rûspiyên eşîrên wê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê de ku di Mijdara 2016'an de dest pê kiribû, pêngava rizgarkirinê da destpêkirin. Di 10'ê Gulana 2017'an de kanton hat rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina Tebqayê 11 komîteyên sivîl ên xizmetguzarî, aborî û civakî hatin damezirandin. Ew komîte ji bo çavdêriya li ser jinûve avakirina bajêr, rakirina barîkatan û kavilên li kolanan, damezirandina sazî, komîn û meclisan li gund û taxan hatin avakirin. Her wiha 9 şaredarî li bajêr hatin avakirin.

REWŞA XIZMETGUZARÎ

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan jinûveavakirina bajêr girte ser xwe. Desteyê 15 rogarên ava baranê û çandiniyê sererast kirin, her wiha 25 rogarên avê sererast kirin. Ji wê zêdetir jî xetên sereke û şaxî yên ava vexwarinê li 19 stasyonan temîr kirin.

Her wiha desteyê gelek projeyên qîrkirina rêyên sereke û yên nesereke pêk anîn û 22 hezar metrekab qîr lê hat xerckirin. Her wiha rêya Tebqa-Curniye bi dirêjiya 30 kîlometre jî hat qîrkirin.

Desteyê xebatên ronîkirina rêyan, temîrkirina peyarêyan, temîrkirina kanalîzasyonan, birêxistinkirina bajêr, avakirina 11 çerxerêyan pêk anîn. Heta niha desteyê 815 ruxsetên avakirinê pêşkêş kirine.

Desteyê 200 hezar dar li parkên kantonê çandine û zêdetirî 100 parkên biçûk û 10 daristan li Tebqayê û gundewarên wê, ava kirine.

PERWERDE

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê girîngiyeke mezin da mijara perwerdeyê. Ji ber wê jî yekser dest bi sererastkirina dibistanên wêranbûyî kir. Desteyê 238 dibistan sererast kirin; ji wan 19 bi qismî zirar dîtibû û 16 heban bi temamî zirar dîtibûn. Di dibistanan de 52 hezar û 516 xwendekar dixwînin.

BEŞDARIYA JINAN DI SAZIYAN DE

Jinan jî di hemû saziyên sivîl, leşkerî, xizmetguzarî û civakî de cih girt û di encamê de xwe bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya kir yek.

REWŞA TENDURISTÎ

Qada tenduristiyê jî gelekî hat wêrankirin û amûrên wê hatin dizîn.

Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê piştî ku di 2017'an de hat damezirandin, Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê ji nû ve ava kir û piştre hemû beşên nexweşxaneyê hatin vekirin.

Her wiha projeya amadekirina nexweşxaneya zarokan dest pê kir. Çaverê ye îsal bikeve xizmetê. Li bajêr û gundewarên wê 14 navendên tenduristiyê hatine vekirin.

ÇANDINÎ Û PÎŞESAZÎ

Rêveberiyê girîngiyeke mezin da çandiniyê. Rûbera zeviyên çandiniyê yên ku bi projeyên avdanê û stasyonên çemê Firatê tên avdan wiha ne: Projeya Siwêdiyê; hezar û 50 hektar, her du projeyên Widyan; hezar û 600 hektar. Rûbera zeviyên ku bi projeyên avdanê yên bi rêya bîran û jeneratoran tên avdan jî 749 hezar û 438 donim e. Rûbera zeviyên bejî jî 600 hezar donim e.

Heta niha rêveberiyê 106 ruxsetên pîşesaziyê ji bo kargehên hesîr, av, cemed, zeyta erebeyan, aş û êm dane. Ev kargeh jî ji bo şêniyan derfetên kar peyda dikin.

ÇAND Û HUNER

Di aliyê çandî de Komîteya Çandê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê di 2018'an de vekir û Gerînendetiya Geştiyariyê û Parastina Şûnwaran çalak kir.

Navenda Çand û Hunerê di gelek çalakî û mîhrîcanên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de beşdar bû. Her wiha Desteya Çandê ya Tebqayê sehneya ku hatibû wêrankirin, di 2022'yan de ji nû ve ava kir ku ew jî yek ji sehneyên herî mezin û girîng ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê Ehmed El Omer têkildarî mijarê got: "Piştî rizgarkirina herêmê ji terorê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê bi hevkariya şêniyan barê jinûveavakirina bajêr û vegerandina jiyanê li binesaziya wî, hilda ser xwe."

El Omer diyar kir ku rêveberiyê di 7 salan de destkeftiyên gelekî mezin bi dest xistin. Ew jî bi saya şêniyên Tebqayê û saziyên wê ye.

'EM LI SÛRIYEYÊ BINGEHA DEMOKRASIYÊ NE '

El Omer wiha domand: "Rêveberiya Xweser berhema fikrê neteweya demokratîk e ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Tê de banga hevgirtin, biratiya gelan, yekkirina xaka Sûriyeyê, bidawîkirina aloziyên Rojhilata Navîn û çareserkirina aştiyane ya krîza Sûriyeyê dike. Em jî îro li Sûriyeyê bingeha demokrasiyê ne.”

El Omer di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hemû zehmetî, êriş û topbaranan, lê dîsa jî îradeya gel ji her tiştî xurttir bû û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karîbû destkeftiyên pir mezin bi dest bixe.

(mh)

ANHA