2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarên Idlibê 2 leşkerên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam hatin kuştin.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
10 gulan, 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El Yewm ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, ragihand ku li eniya bajarê Seraqibê yê li rojhilatê Idlibê çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê hêzên hikumeta Şamê kirine hedef. Di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Beriya wê jî, şerên dijwar di navbera her du aliyan de li eniya ‘El Foc 46’ a li rojavayê Helebê rû dan. Di encamê de agir bi zeviyên li wê herêmê ket.

(şx)

ANHA