4 bazirganên madeyên hişbir hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 4 kesên madeyên hişbir difirot, destgîr kirin. Li cem wan kesan gelek heb û alavên çêkirina madeyên hişbir hatin desteserkirin.

4 bazirganên madeyên hişbir hatin destgîrkirin
1 ÇILE, 2024   10:35
DÊRAZOR

Di operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a 30’ê Kanûnê de 4 kesên ku madeyên hişbir difirotin û belav dikirin, li bakurê Dêrezorê hatin destgîrkirin.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a têkildarî mijarê de hate diyarkirin ku hêzên wan kesekî ku madeyên hişbir di nav erebeya wî de hebûn, li nuqteyeke ewlehiyê girtiye. Di lêpirsînê de ew kes li xwe mikur hatiye ku di firotin û bikaranîna madeyên hişbir de 3 hevkarên wî hene û ew her sê kes jî hatine destgîrkirin.

Her wiha li cem wan kesan gelek alavên çêkirin û bikaranîna madeyên hişbir û çekên sivik hatin desteserkirin.

ANHA