6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê

Di 6 salên dagirkirina Efrînê de 706 kes hatin kuştin, zêdetirî 9 hezar û 8 sivîl hatin revandin. Di nav wan de hezar û 200 jin û 600 zarok hene. Li dijî bi sedan jinên revandî destdirêjî çêbûn.

6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
6 sal dagirkerî û sûcên li dijî sivîlan li Efrînê
19 ÇILE, 2024   04:35
ŞEHBA
MIHEMED EBDO

20`ê Çileyê salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê ye. Gelo ji wê dîrokê û heta niha çiqas sûc hatine kirin? 

Di vê rapora xwe de em ê beşeke sûcên li Efrînê ji aliyê dewleta Trk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kirin, bi bîr bixin.

DI 6 SALÊN DAGIRKIRINÊ DE ÇI ÇÊBÛ?

Di 6 salan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 706 sivîl kuştine. Her wiha ji ber zulmê bi dehan kesan xwe kuştin. Zêdetirî 9 hezar û 8 sivîl hatin revandin. Di nav wan de hezar û 200 jin û 600 zarok hene. Bi sedan jin rûbirûyî destdirêjiyê bûn.

Zêdetirî 3 milyon û 919 hezar darên berhemdar û daristanî hatin birîn û êzingên wan hatin frotin. 12 hezar hiktar bi destê çeteyên dewleta Tirk hatin şewitandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê 4 hezar dikan, 10 hezar malên şêniyên Efrînê desteser kirin.

Her wiha çeteyên polîsa leşkerî û meclisên xwecih yên artêşa Tirk a dagirker baç li ser xwediyên zeviyên zeytûnan û berhemên zeviyan birîn ku rêjeya wê di navbera ji sedî 10 heta 50`î ye. Hin caran ev rêje digihaşt ji sedî 70`ê.

Hat piştrastkirin ku çeteyên dewleta Tirk bi rê û rêbazên hovane di nav de gefxwarin û şantajkirin baç li welatiyan dibirin. Mîna ku bi serê welatiya bi navê Melek Îbo pêk hatiye ku piştî çeteyan gef lê xwarin heke dev ji mala xwe bernede, wê bikujin, di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Şûnwarên ji Efrînê ji binpêkirin û sûcên dagirkeran nefilitîn. Piraniya cih û şûnwarên di lîsteya UNISCO`yê de di êrişên li ser Efrînê de wêran kirin. Mîna perestgeha Eyn Dara, Nebî Hûrî, şikefta Dûderiyê, gora Mar Maron û gelek şûnwarên din.

Li gor Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê, li Efrînê derdora 75 şûnwar û depoyên dîrokî hene, zêdetirî 15 mezelên olî yên ol û mezhebên cuda hene. Gelek ji wan ji aliyê dagirkeran ve, hatin rûxandin û veguherandin sûkê sewalan. Gelek mizgefên dîrokî hatin wêrankirin. Di nav de mizgefta Gemrûkê, bi hiceta ku di erdhejê de qelişî ye. Lê belê dûre, cihê mizgeftê kolan.

Di 6 salan de siyasetên guhertina demografiyê berdewam dikin û di wê çarçovey êde 18 mêtingeh, 5 kamp hatin avakirin. Derdora 648 hezar çete û malbatên wan ji herêmên din ên hatine anîn û li wan kamp û mêtîngehan hatin bicihkirin. Beriya 2018`an, rêjeya kurdan li Efrînê ji sedî 95 bû lê niha kêmtirî ji sedî 20 e. Her ku diçe jiyanê li ser vê rêjeyê, tengavtir dikin.

Bicihkirina filistiyan li Efrînê

Berdevkê fermi yê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Mihemed Ebdo  ji ajansa me re diyar kir ku di nav malbatên li Efrînê hatine bicihkirin de, filistînî hene ku piştî şerên 1948 û 1967`an koçberê Şamê bûne û li kampa Yermûkê bi cih bûne. Lê niha gelek ji wan li gundê Dêr Balûtê yê Efrîna dagirkiriî hatine bi cihkirin.

Têkildarî mijara bicihkrina malbatên endamên Hemasê li Efrînê, ajansa me 4`ê Çileyê li gor şahidiya karmendekî komeleya Şaxaf a ku dewleta Tirk wê fînanse dike, raporek weşand. Di raporê de hate destnîşankirin ku 35 malbatên Huseyînî, Xûrî, Togan, Neşaşîbî, Ridwan û Zortawî li Efrînê hatine bicihkirin.

Komle û rêxistinên ku piştiriya siyaseta guhertina demografiyê dikin ev in:

Komeleya Acnadîn a Filistînê.

Komeleya Xêraxwaziyê ya Şam.

Saziya El Resale ya ixwanî.

Komeleya Jiyana bi Rûmet-Filistîn 84.

Komeleya Saxa.

Rêxistina Yed bi Yed (dest bi dest).

Rêxistinêa Sûriye Yardim.

Ji ber wê herêmên dagirkirî, ne ewle ne û ne li gorî pîvanên vegera dildarî yên ku NY`yê diyar kirine.

BÎLANÇOYA BINPÊKIRINAN A 2023`YAN

Ji ber ku li ser asta navneteweyî hesab ji dewleta Tirk a dagirker nayê pirsîn, sûcên wê û yên çeteyên wê li dijî şêniyan sal bi sal zêdetir dibin. Armanca wê ya yekane guhertina demografiya herêmê ye.

Li gor rêxistina mafên mirovan a Efrînê di 2023`yan de, 16 sivîl rasterast hatine kuştin, 369 welatî hatine revandin, di nav de 39 jin û 6 zarok hene.

17 hezar û 700 dar hatine birîn. 137 mal û dikan bi awayekî ne rewa hatine frotin. 59 sivîl bi taybet kesên temenmezin, bi awayekî hovane lêdan xwarine.

Di encama tevliheviyê û şerê navbera çeteyan de, di sala borî de 6 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 10 teqîn bi rê û rêbazên cuda pêk hatin di encamê de bi dehan hatin kuşin û birîndar bûn.

Di çarçoveya berdewamkirina siyaseta guhertina demografiyê de 4 mêtingeh; Acnadîn Filistîn, gundê Qeter 2, Besme, Um Tobe Filistîn û gelek dibistanên olî herî dawî li navçeya Recoyê bi çavdêriya komeleya Sîlanî ya pakîstanî hatin avakirin. Her wiha navendeke çandî ku girêdayî navenda Yunis Emre ye li taxa Mehmûdiye ya Efrînê di dibistana Sînayê hate vekirin û gelek kampên din jî hatin avakirin.

TENÊ JI SEDÎ 30`YÊ SÛCÊN TÊN KIRIN, HATINE BELGEKIRIN

Berkevkê fermi ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrî-Sûriye Mihemed Ebdo diyar kir ku bêdengkirina ragihandinê û girtina çalakgeran, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, barên saziyên hiqûqî di belgekirina sûcan girantir dike.

Ebdo destnîşan kir ku sûcên rojane tên kirin tenê bi rêjeya ji sedî 30 tên belgekirin, bi taybet ên li dijî jinan.

Herî dawî, dewleta Tirk a dagirker bê sedemên diyar, cezayê darvekirinê û muebetê li bi dehan jinan girtî birîn.

Ruxmî agahiyên kêm, lê hejmara sûcan û rêjeya ku hatiye belgekirin, hovîtiya li dijî şêniyên bajêr tê kirin, diyar dikin.

Komîteya Lêpirsînê na serbixwe ya têkildarî Sûriyeyê ya NY`yê di rapora xwe ya 7`ê Adara 2023`yan de derxistiye, destnîşan kir ku destgîrkirin û girtina welatiyan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve berdewam e.

Her wiha koomîteyê diyar kir ku di lêpirsînê de bi amadebûna rayedarên tirk, lê girtiyan didin û îşkenceyê dikin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gleke girtî li Tirkiyeyê darizandin. Ev jî li dijî qanûna navnetewyeî ye.

Ebdo diyar kir ku sûcên li Efrînê tên kirin, qestî ne û armanca wê, tengavkirina şêniyên mayî ye ji bo ku koçber bibin. Her wiha Ebdo wek mînak, bûyera bi serê malbata Pêşmerge li navçeya Cindirêsê hatiye bi bîr xist.

Pitkên bê serî û termên nayên naskirin.

Di komkirina daneyan de, welatiyeke koçber bi navê Guney Mistefa ku şahidê komkujiyên li dijî kurdan li Efrînê bû ji ajansa me re axivî.

Guney diyar kir ku ji ber topbarana dijwar ji bajêr derketiye, di rê de bi sedan cenazeyên zarokan, jinan û mêran dîtiye.

Guney bûyera ku bûye şehidê bi bîr xist û got: "Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi hezar top û moşek bajarê bombebaran kir,  di rêya çiyayê Ehlam de me pitek dît, lê ez şok mam dema min serî nedît."

Di encama bombebaranê de û hedefgirtina navendên tenduristiyê de derdora 498 sivîl şehîd bûn.

Guney yek ji 400 koçberên ku di bin topbarana giran de hatin koçberkirin, topbarana ku di encamê de bi dehan komkujî nexasim komkujiya Mehmûdiyê ku tê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da, pêk hatin.

Guney di dawiya axaftina xwe de îsrara xwe ya vegerê anî ziman û bang li aliyên hiqûqû û navneteweyî kir ku hesabê ji sûcdarên komkujiyên dermirovî yên li dijî Efrînê piştî dagirkirina wê û yên li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê, bixwazin.

Tevî hejmara mezin a sûcan, lê dîsa jî welatiyên ku bi xaka xwe ve girêdayî ne li Şehbayê man û belavbûna li warên penaberiyê red kirin da ku mafên xwe yên vegerê biparêzin hemwextî wê jî bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.

(şx-mh)

ANHA