50 donimê bi ceh hatiye çandin şewitî

Li bajarokê Til Beyder 50 donimê ku bi ceh hatiye çandin şewitî. Tîmên awarte û agirkujiyê destwerdan kir ku agir li herêmê belav nebe.

50 donimê bi ceh hatiye çandin şewitî
11 gulan, 2024   22:27
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Hesekê dane, agir bi zeviya ceh a li gundê Elwanî yê girêdayî bajarokê Til Beyder ê bakurê rojavayê Hesekê ket.

Nûçegihan anî ziman ku ji ber kehrebê agir pêk et û di encamê de 50 donimê bi ceh hatiye çandin şewitî. Nûçegihan diyar kir ku tîmên awarte û agirkujiyê destwerdan kir û nehişt agir li zeviyên din ên herêmê belav be.

(fr)