Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê salvegera 32ˊyemîn a şehadeta hunermend, şehîd Mizgîn bi bîr anîn.

Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hat bibîranîn
11 gulan, 2024   22:40
HELEB

Tevgera Hîlala Zêrîn bi hevkariya Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ji bo bîranîna şehîd Mizgîn di salvegera şehadeta wê ya 32ˊyemîn de li qada Cebanat a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di çalakiyê de dayika şehîd Baz ku endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Xeta Şehîd Gelhat, Cumana Hemîd axivî û behsa rola şehîd Mizgîn di derxistina çanda Kurdî de kir.

Endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Tizyan Çawîş axivî û got: "Şehîdan bi fedakariyên xwe, çi bi huner, pênûs û çekên xwe, rêya azadiyê ji me re xêz kirin. Da ku em jiyaneke azad, demokrat û ewle bijîn."

Dûre li ser hunermendên şehîd û rola wan di hunerê de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Her wiha endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê stranên hunermendên şehîd pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA