4 leşkerên Şamê li Bokemal û Humsê hatin kuştin

Di êrişên nû yên çeteyên DAIŞˊê li beyarê Sûriyeyê û Humsê de 4 leşkerên din ên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

4 leşkerên Şamê li Bokemal û Humsê hatin kuştin
8 hezîran, 2024   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di êrişeke nû ya çeteyên DAIŞˊê li dijî nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê li beyarê Bokemalê de 2 leşker hatin kuştin.

SOHRˊê anî ziman ku demeke berê çeteyên DAIŞˊê mayînek çandibû, ew mayîn li nêzî nuqteya Bîr El Bowêb ê beyarê Humsê de bi motorsiklêtekê de teqiya, di encamê de 2 leşkerên din ên Şamê hatin kuştin.

(fr)