Depoyên genim ên Amûdê tijî bûn
Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ragihand ku depoyên genim ên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê tijî bûn û piştî wergirtina 12 hezar ton genim depo hatin girtin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku piştî depoyên genim ên bajarê Amûdê tijî bûn, wergirtina genim hat sekinandin û cotkar vegerandin depoyên genim ên Hitînê.
Çavdêrên genim ji cotkaran dikirin, diyar kir ku di 29ˊê Gulanê de dest bi wergirtina genim ji cotkaran hat kirin û di 8ˊê Hezîranê de bi dawî bû.
Şîrketa Pêşxistinê destnîşan kir ku wan berê cotkaran daye depoyên Hitînê ku genimê xwe li vir vala bikin. Depoyên Hitîn têra 20 hezar ton genim dike.
(fr)