Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn

Desteya Platformê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayê muebedê li kujerê 3 sûcên kuştinê pêk anîne, birî.

Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
Li kujerê 3 kesan cezayê muebed hat birîn
8 hezîran, 2024   17:17
MINBIC

Îro, Desteya Platformê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Minbicê danaşîna darizandinê ya kujer Cîhad El Elûş ku 3 sûcên kuştinê pêk anîne li dar xist. El Elûş mêr û jina wî (Yasîn El Xilawî û hevjîna wî Îsraa El Zahir) li mala wan a li piş şîrketa kehrebê kuştin û cenazeyên wan şewitandin. Her wiha ajokarê erebeya kirê Hecî El Ubêd jî li taxa Mazerlî jî bi destê El Elûş hat kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 16ˊê Gulanê de tometbar Cîhad El Elûş girtibû û li ser malpera xwe ya fermî lixwemikurhatinên wî belav kiribûn.

Di danaşîna platfromê de 38 endamên Desteya Platformê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê û malbatên qurbaniyan beşdar bûn.

Beşdaran li rapora Dezgeha Giştî guhdar kir, dûre dîmena lixwemikurhatinên tometbar hat pêşkêşkirin. Piştre li giliya takakesî hat guhdarkirin.

Desteyê li tometbar guhdar kir, nêrînên beşdaran girtin. Her wiha piştî sûc li ser tometbar Cîhad El Elûş hat îsbatkirin, desteyê bi erêkirina giştî beşdaran biryara cezayê muebedê li tometbar da.

Li gorî desteyê, ev danaşîna platformê di çarçoveya pêşîlêgirtina her kesên van sûcan li dijî civakê pêk bînin, îstîqrar û ewlehiya herêmê têk bibin de, pêk tê. Ev yek beşek ji hewldanên parastina civakê û parastina ewlehiyê ye.

(fr)

ANHA