4 leşkerên Şamê hatin kuştin

SOHRˊê diyar kir ku li Nehşeba yê bakurê Laziqiyê bi guleyên çeteyên ˊFetih El Mubînˊ 4 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin.

4 leşkerên Şamê hatin kuştin
1 nîsan, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyan nuqte û kombûnên hêzên hikumeta Şamê li Seraqib ê rojhilatê Idlibê topbaran kirin, di encamê de tank hatin rûxandin. Li gorî agahiyan kuştiyên hêzên Şamê çêbûn.

Li aliyekî din jî hêzên Şamê bi çekên giran derdora bajarokê Fitêre yê çiyayê Zawiyê û derdora gundê Kefer Teal ê rojavayê Helebê topbaran kirin, hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerin. Lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

(fr)