38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn

Gerînendetiya Firn û Aşan a kantona Reqayê rojane 38 ton ard li parên firnan ên kantona Reqayê zêde kir, er wiha 23 ton jî li herêmên rizgarkirî yên gundewarê başûrê rojhilatê Reqayê zêde kirin.

38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
38 ton ard li parên firnan ên Reqayê zêde bûn
3 ÇILE, 2025   06:10

 Gerînendetiya Firnan a kantona Reqayê bi çavdêriya Meclisa Aborî û Çandiniyê 38 ton ard li parên firnan zêde kirin.

Hemwextî wê bi awayekî rojane jî 23 ton ard li firnên gundewarê başûrê rojhilatê Reqayê yên hatine rizgarkirin hatin zêdekirin û wiha hatin dabeşkirin; 5 ton ji firna Zor Şemer, 5 ton ji firna Xanim El Elî, 5 ton ji firna Şirêda û 8 ton ji firna Sebxe re.

Nivîsgeha Şopandina Firnan li xeta Sebxe ji bo şopandina belavkirina nan ji welatiyan re gerên xwe yên rojane didomîne.

Li gorî daxwazên ji komîn û meclisên gel ên kantona Reqayê ve hatine pêşkêşkirin; ard bi awayekî rojane 38 ton hatin zêdekirin û li van firnan hat dabeşkirin.

Gerînendetiya Firnan bevalirina nan dişopîne û hewl dide kalîteya nan baş be. Firnên girêdayî gerînendetiyê ev in; firna Zihmhêrê, firna Tişrîn û firna Selhebiyê, li kêlek wê jî 2 firnên li ser kartan nan belav dikin û 107 firnên taybet. Ev firn li gundewar û bajêr in.

Hevserokê Gerînendetiya Firnan a Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê Hemod El Kelah axivî û got: "Gerînendetiyê ji bo kalîteya nan, mîqdar û bihaya wê deriyên giliyan vekirî hiştiye. Li kêlek wê jî dewriyeyên hevbeş bi Daîreya Parastina Mizexêran ji bo çavdêrya kalîteya nan didomînin. Van dewriyeyan bi hevrûkirina rojên borî de hişt ku kalîteya nan baş be."

Li bajarê Reqa 28 kişkên firotina nan hene, hemwexît serketina vê xebata heyî, gerînendetî hewl dide li tevahî bajêr kişkên firotina nan deyne.

Li kêlek wan hemû xebatan, Gerînendetiya Firnan rojane û bê pere nan li koçberên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê belav dike.

(fr)

ANHA