Gêlo Îsa: Divê em ji bo Suriyeyek nenavendî kar bikin

Gêlo Îsa destnîşan kir divê destkeftiyên herêmê bên parastin, gel li dora QSD’ê kom bibe û hemû partiyên Kurd jî li dora siyasetek hevpar bibin yek da ku karibin di avakirina Sûriyeyek nenavendî, demokratîk de rol bilîzin.

Gêlo Îsa: Divê em ji bo Suriyeyek nenavendî kar bikin
3 ÇILE, 2025   04:10
KOBANE
SARIYA ŞÊXO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Gêlo Îsa derbarê hewldanên ji bo yekrêziya Kurdî de ji ANHA`yê re axivî. 

Gêlo Îsa, da zanîn ku piştî 14 salên şer û pevçûnan, niha herêm derbasî pêvajoyek nû bûye û rengê wê hîn ne diyar e, lewma divê ew wekî gelê Kurd destkeftiyên xwe, keda gelê xwe ya bi salan biparêzin. Gêlo diyar kir ku ji bo karibin gavên xurt bavêjin, divê Kurd xwedî li hevûdin derkevin.

Gêlo Îsa bibîr xist ku li ser bangên QSD û KNK’ê hewldanên ji bo yekrêziya Kurdan hene û wiha dom kir: “Ji bo em karibin gelê Kurd di bin sîwaneyekê de bînin cem hev, divê em destê hevdu bigirin, nêrîna xwe bikin yek, karibin vê yekê belge bikin.”

Gêlo destnîşan ya pêwîst ne ew e ka dê kî biçe Şamê û wiha got: “Ya pêwîst ew e ku îro wek tevgera Kurdî nêrîneke hevbeş derxînin holê ku mafên gelê Kurd biparêz e, bide naskirin. Em karibin di avakirina Suriyeya nû de rol bilîzin, ji bo Suriyeyek ne navnedî, demokratîk û piralî kar bikin. Ji ber vê yekê lêvegerek ji bo me pêwîste da ku em karibin Sûriyeke demokratîk, wekhev, azadîxwaz û bi edalet ava bikin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa, anî ziman ku li hemberî metirsiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze herêmê dagir bike, pêwîstiya wan ji her demê zêdetir bi yekîtiyê heye û wiha axivî: “Lewma divê em xwe li dora hêzên QSD`ê bikin xelek û wan biparêzin. Em wek rêveberiya xweser û QSD`ê bi hevre nehêlin planên dijmin pêk werin da ku em karibin derbasî qonaxeke nû bibin. Divê em xwe berxwedana xwe xurtir bikin. Ev jî girêdayî yekrêziya gelê Kurd e. Divê em destkeftiyan biparêzin û bi hemû aliyan re danûstendinan bikin da ku karibin sîstemek nenavendî bidin avakirin.”

Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hemû hêzên Kurdî li dora siyasetek hevpar kom bibin û xwe ji bin bandora siyaseta hêzên derve û herêmê rizgar bikin da ku karibin xwe bigihînin encamê.

(a)

ANHA