ˋMe bi fikrên Rêbertî û yekitiya nîştiman lanên dagirkeriyê têk birinˊ

Şêniyên bajarê Til Temirê destnîşan kir ku wan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan, nirxên şerê gel ê şoreşgerî û yekitiya nîştimanî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin.

ˋMe bi fikrên Rêbertî û yekitiya nîştiman lanên dagirkeriyê têk birinˊ
3 ÇILE, 2025   03:10
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Ji sala 2019'an ve êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarê Til Temir û gundewarê wî didomin. Dewleta Tirk a dagirker jî hemwextî êrişan hewl da bi rêya şerê taybet û şaneyên veşartî îradeya gel têk bibe, lê hemû hewldan hatin têkbirin.

Welatî Îsmaîl Ferhan Mihemed ê ji bajêr got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane me bi çekên giran û topan hedef digirin, lê tevî wê jî ew bi pêş ve nehatin. Hevgirtina pêkhateyên herêmê û piştgiriya wan ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re sedema sereke ya domandina berxwedana me ye."

Ferhan Mihemed wiha domand: "Piştî ketina rejîma Beşar Esed em ketin qonaxeke nû û pêşerojeke cuda ya Sûriyeyê li benda me ye. Em bang li hikumeta demkî ya Şamê dikin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê wekhev û xwedî maf bin û di avakirina hikumeta nû de beşdar bin. Em bi Sûriyeya demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin, bawer in."

'BI SAYA ÎRADEYA ME, FIKRÊN RÊBERTÎ Û HÊZÊN ME EM Ê DEVERÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN'

Welatî Gulnaz Mihemed El Osman diyar kir ku ev 5 sal e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajêr êrişan pêk tînin, saziyên xizmetguzarî û stasyonên avê û kehrebeyê hedef digirin.

Gulnaz El Osman got: "Hevgirtina me sedema berxwedana me ye. Bi saya îradeya me, fikrên Rêber Abdullah Ocalan û hêzên me yên leşkerî em ê deverên dagirkirî rizgar bikin."

'ME HEBÛN HILBIJART'

Welatî Mehmûd Ebdulezîz Mihemed jî wiha axivî: "Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve me xwe spart fikrên Rêber Abdullah Ocalan û terza şerê gel ê şoreşgerî. Di çavên me de her mirovek li herêmê, li hemberî dijmin çek e. Em ji bo parastina xaka xwe di eniyên pêş de li kêleka QSD'ê ne."

Mihemed diyar kir ku niha rewşa hebûn û nebûnê ye û got: "Bi saya yekbûn û hevgirtina pêkhateyan me hebûn hilbijartiye. Berxwedana Til Temirê ya li hemberî dagirkeriya Tirk nîşana hevgirtina şêniyên wê yên li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan e."

PEYAMA HÊVÎ Û BERXWEDANÊ

Şêniyên Til Temirê teqezî bi domandina parastina xakê û rizgarkirina deverên dagirkirî li ser şopa fikrên Rêber Abdullah Ocalan da. Şêniyan bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku bi hevgirtin û yekbûn li hemberî zehmetiyan bisekinin û planên dagirkeriya Tirk têk bibin.

(mh/fr)

ANHA