3 bazirganên hişbirê li Dêrazorê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrazorê 3 bazirganên hişbirê girtin.

3 bazirganên hişbirê li Dêrazorê hatin girtin
24 nîsan, 2025   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li malpera xwe ya fermî daxuyand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê 3 kesên li kantona Dêrazorê bazirganiya hişbirê dikirin girtin û mîqdareke mezin a hişbirê desteser kirin.

Ev operasyon di çarçoveya xebatên ewlehiyê yên berdewam ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên têkoşîna dijî hişbirê li herêmê de, pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di Nîsanê de, di nav bazirganî û bikarhêneran de 23 kes girtin û mîqareke mezin a madeyên hişbirê desteser kirin.

(fr)