Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Firatê, li bajarê Eyn Îsayê têkildarî berxwedan û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan, banga "Aştî û Civaka Demokratîk", her wiha rewşa siyasî semînerek da.

Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Li Eyn Îsa semînera 'Aştî û Civaka Demokratîk'
24 nîsan, 2025   18:03
EYN ÎSA

Yekitiya Şaredariyan a kantona Firatê li ser berxwedan û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û rewşa siyasî ya herêmê, li hola civînan a bajarê Eyn Îsayê, semînerek da.

Di semînerê de endamên komîtyên şaredariyan ên girêdayî Meclisa bajarê Eyn Îsa (Şaredariyên Eyn Îsa, Curn, Hêşe û Şirke), hevseroka Yekitiya Şaredariyan a kantonê Nesrîn Şêx Keyad û hevserokê Rêveberiya Veguhastinê ya kantonê Dilxwaz Necîb amade bûn.

Dilxwaz Necîb di destpêka semînerê de li ser geşedanên herêmê bi taybetî piştî ketina rejîma Baas û nîşandana projeya Rêveberiya Xweser wekî nimûneya çareseriya Sûriyeyê, axivî. Necîb banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan û astengiyên ku dewleta Tirk a dagirker derdixe şîrove kirin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û zehmetiyên vê qonaxê hat pêşandan.

(mh/fr)

ANHA