2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

QSD’ê aşkera kir ku di operasyonan li Qamişlo û Reqayê de 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatine girtin ku yek ji wan êrişa terorîstî ya li El Şihîlê plan kiriye.

2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
21 gulan, 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yekîneyên TOL 2 operasyonên ewlehiyê li bajarê Qamişlo û Reqayê li dar xistin. Di wan operasyonan de 2 serçeteyên DAIŞ`ê girtin. Yek ji wan êrişa terorîst a li Şihîlê plan kiribû.”

Hate gotin di operasyona 15’ê Gulanê ya li Qamişloyê de çeteyê bi navê Ehmed Mehmûd El Qurşî hatiye girtin ku bi navê “Ebû Muaz El Kurdî” tê nasîn.

Têkildarî çete ev agahî hatin dayîn: “Ebû Muaz El Kurdî, ji zû de tev li DAIŞ`ê bûye û cihê xwe di êrişên terorîst ên li piraniya herêmên Sûriyeyê girtiye. Piştî tunekirina rêxistina terorîst li Baxozê sala 2019`an, Muaz ber bi çolistana Sûriyeyê ve reviya û di qada ewlehiyê, dayîna agahiyan û plankirina êrişan de kar kir. Piştî ku demeke dirêj li çolistanê xwe veşart û êrişên terorîst plan kirin, dûre bi awayekî veşartî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bû. Êrişa xwekuj a dawîn a li dijî nuqteya hêzên me li bajarokê Şihîlê yê rojhilatê Dêrazorê, yek ji wan êrişan e.”

Her wiha hate gotin heman rojê QSD’ê bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê jî operasyonek kiriye û cihê çeteyê bi nave Ehmed Tamir El Muhemed dorpêç kiriye û di dawiyê de çete teslîm bûye.

Di daxuyaniyê de têkidarî wî çeteyî jî ev agahî hatin dayîn: “Çeteyê bi navê Tamir, di nava DAIŞ`ê de li piraniya herêmên Sûriyeyê cihê xwe girtiye, lê belê piştî tunekirina DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de, dest bi xebatên ewlehiyê, komkirina agahiyan û plankirina êrişan kiriye. Dûre bûye serçete. Li Reqa û Dêrazorê serçeteyê rasterast a rêxistina terorîst bû. Berprisê tevahî êrişên terorîst bû. Ferman ji serçeteyên rêxistinê yên li herêmên dagirkirî werdigirt.”

Di dawiyê de hate gotin: “Hêzên me xebatên xwe ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê didomîne û dê tê bikoşe ta ku tevahî herêman ji teror û xirabiya wan xilas bike.”

(şx)