‘Biryarên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ ji bo veşartina rastiya AKP`ê ne’

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Kantona Minbicê biryarên dadgeriya Tirk ên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ şermezar kirin û diyar kir ku desteyên NY`yê û rêxistinên hiqûqî, berpirsên têkçûna demokrasiyê li Tirkiyeyê ne.

‘Biryarên li dijî girtiyên ‘Doza Kobanê’ ji bo veşartina rastiya AKP`ê ne’
21 gulan 2024   15:34
MINBIC

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Kantona Minbicê li pêş avahiya Meclisa Edaletê daxuyaniyek da.

Dadgerê Desteya Bilind a Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Mibnicê daxuyanî xwend. Endamên meclisê û Yekitiya Parêzeran jî tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryarên li dijî girtiyên "Doza Kobanê" hatine birîn, bi armanca veşartina rastiya AKP`ê ye ku piştgiriya DAIŞ`ê dike.

Di daxuyaniyê de piştgiriya girtiyên "Doza Kobanê" hate kirin û bi tundî biryarên li dijî wan hatin şermezarkirin û wek nehiqûqî û siyasî hatin wesifandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Desteyên NY`yê, rêxistinên hiqûqî berpirsên têkçûna demokrasiyê li Tirkiyeyê ne. Em bang li tevahî rêxistinan dikin ku destwerdanê bikin, van sûcan rawestînin. Ji ber ku tu rê li pêşiya Erdogan, ji bilî însiyatîfa aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û destpêkirina dan û standina bi wî re, nemaye."

(şx)

ANHA