2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehan hatin qebûlkirin

Li gorî mufadeleya 2023-2024`an, 2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qebûlkirin.

2 hezar û 300 xwendekar li zanîngeh û peymangehan hatin qebûlkirin
16 mijdar, 2023   11:17
QAMIŞLO

Mufadeleya sala xwendinê ya 2023-2024`an ji aliyê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû amadekirin. Ji bo beşên zanistî jî di zanîngeh û peymangehan de ezmûna qebûlkirinê hatibû çêkirin. Encamên xwendekaran li gorî mufadeleyê û ezmûnê tên muqaysekirin û beşên ku tê de cih bigirin tên diyarkirin.

Berdevka Mufadeleya 2023-2024`an a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Sîham hejmara xwendekarên îsal derbasî zanîngeh û peymangehan bûne eşkere kir û ev agahî parve kirin: “2 hezar û 300 xwendekar hatine qebûlkirin. Ji wan 900 xwendekar li Zanîngeha Rojava, 500 li Zanîngeha Kobanê û 300 jî li Zanîngeha El Şerq hatin qebûlkirin. 600 xwendekar jî derbasî peymanghên tibî û mamosteyan bûne.”

Sîham Mihemed diyar kir ku heta dawiya qonaxa yekemîn a zanîngehan (heta beriya Çileya 2024`an) xwendekar dikarin li gorî mufadeleyê derbasî zanîngehan bibin.

Tê destnîşankirin ku îsal li Zanîngeha Rojava 12 fakulte, 3 peymangeh, li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte, 5 peymangeh, li Zanîngeha El Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.

(sb/c)

ANHA