Li Minbicê droneke artêşa dagirker hate xistin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku droneke artêşa dewleta Tirk a dagirker xistiye xwarê. Her wiha di êrişa çeteyên dewleta Tirk a li Minbicê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li Minbicê droneke artêşa dagirker hate xistin
5 îlon, 2024   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê droneke xwekuj a dewleta Tirk a dagirker xistiye xwarê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

"Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê vê sibehê saet 06.30’an droneke artêşa Tirk a dagirker li gundê Ceradê yê li bakurê kantona Minbicê xist.

Piştî xistina dronê, balafireke xwekuj heman gund bombebebaran kir. Di encama bombebaranê de sivîlê bi navê Mehmûd Hisên El Xelef ê 40 salî birîndar bû. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî bombebaranê jî bi moşekekê gund topbaran kir.

‘3 LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ HATIN KUŞTIN’

Saet derdora 04.30’an çeteyên artêşa Tirk a dagirker ketin nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Dendeniyê yê bakurê rojavayê Minbicê. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker gundê Ceradê bi 17 guleyên hawan û obîsan topbaran kir."

(bb)

ANHA