Di çarçoveya 1’ê Gulanê de li Tebqayê semîner

Bi boneya nêzbûna Cejna Karkeran a Cîhanê li kantona Tebqayê bi beşdariya dehan karkerên jin û mêr semînerek hat dayîn.

Di çarçoveya 1’ê Gulanê de li Tebqayê semîner
Di çarçoveya 1’ê Gulanê de li Tebqayê semîner
Di çarçoveya 1’ê Gulanê de li Tebqayê semîner
Di çarçoveya 1’ê Gulanê de li Tebqayê semîner
27 nîsan, 2025   16:19
TEBQA

Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Tebqayê, bi boneya nêzbûna Cejna Karkeran a Cîhanê (1’ê Gulanê) û bi diruşma "Rêwîtiya têkoşîneke ji Chicagoyê heta pirsgirêkên serdema dîjîtal"  semînerek da.

Di semînera ku li hola Navenda Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê hat lidarxistin de, karkerên Yekitiya Şaredariyên Tebqa, karkerên kehrebeya Tebqa, Desteya Jîngehê, Yekitiya Karker û Kedkaran û Desteya Aborî û Çandiniyê amade bûn.

Di semînerê de lêkolînerê Ebdullah El Ferec li ser avabûna têkoşîna karkeran axivî û got ev cejnê berhema wê têkoşînê ye. Her wiha El Ferec behsa rola kapîtalîzma global a di paşguhkirina xwestekên karkeran de kir û mafên karkeran ku di qanûna navneteweyî de heye şîrove kir.

Li kêlek wê behsa zehmetiyên pêşketina teknolojî û dîjîtal ferz kirine ku bû sedema sekinandina bi hezaran karkeran ji kar, kir û got divê karker jêhatiyên xwe xurt bikin ku bi pêşveçûna dîjîtal re hemaheng bin.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Tebqayê Huda Ewan axivî û got: "Ev semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê tên lidarxistin de, hat dayîn. Di semînerê de karkerên ji tevahî pisporiyan amade bûn."

Huda wiha domand: "Têkildarî maf û erkên karkeran di semînerê de hatin nîqaşkirin. Armanc jî karker xwe bi pêş bixin, li ser maf û erkên xwe hişyar bin ku siberojeke baştir ji karkeran re were avakirin. Ji ber ku karker bingeha avakirin û pêşdeçûnê ne."

(fr)

ANHA