Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê civîna salê li dar xist

Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist û encmanameyek da.

26 hezîran, 2024   17:25
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya şaxê kantona Minbicê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de Koordînasyona kombûnê, nûnerên partiyên siyasî û meclisên leşkerî beşdar bûn.

Civîn li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a navenda bajêr li dar ket. Di serî de berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Hena Tilcibînî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rêxistinkirina jinan xwendin.

Piştre endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim rewşa siyasî û geşedanên herêmê û bandorên wan li ser têkoşîna jinan axivî.

Piştre berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Ruweyde Hinêzel rapora salê ya kombûnê xwend. Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan.

Di dawiya civînê encamname hat dayîn:

1- Zêdekirina çalakiyên banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

2- Zêdekirina hemleyên rêxistinkirina jinan di komîn û xetan de.

3- Domandina hemleyên propagandaya hilbijartinê.

4- Xwendina rêziknameya kombûnê ya Mala Jinan û qanûna malbatê ji bo hemû karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ên kantonê û şêniyan.

5- Dayîna semînereke giştî bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan.

6- Domandina xwendina parêznameya 3'yemîn a Rêber Abdullah Ocalan.

7- Dayîna semîneran li ser diyardeyên parsê û karên derexlaqî yên ji ber rewşa jiyanê û belengaziyê.

8- Çalakkirina Mala Parastina Jinan û Mala Parastina Zarokan.

9- Lidarxistina civînan û serdanên jinan li komînan ji bo hişyarkirina wan li ser zewicandina zarokan.

10- Çalakkirina qanûna malbatê bi rêya atolye, perwerde û semîneran.

11- Têkoşîna li dijî dezgehên ragihandinê yên dijber ên ku hewl didin şêniyan û jinan reş bikin.

12- Girîngîdayîneke mezin bo şagirtên dibistanan û hişyarkirina wan ji metirsiya narkotîkê û karên derexlaqî bi rêya perwerdeyan.

13- Domandina rêxistinkirina civakê û pênasekirina şerê taybet.

14- Pêşxistina projeyên aborî yên biçûk ji bo bidawîkirina bêkariyê û peydakirina derfetên kar ji bo jinan re.

15- Nîşandana helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê.

16- Pêkanîna Hevpeymana Civakî.

(mh)

ANHA