Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê

Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de komxebatek li dar xist.

Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
Jinên Ciwan bi komxebatekê piştgirî da pêngava azadiyê
18 cotmeh, 2023   09:14

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê bi diruşma ′Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî ′ komxebatek li dar xist.

Komxebat li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin û tê de nêzî 100 kesayet û nûnerên ji ′Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a MSD′ê, Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a PYD′ê û nûnerên Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriye′ amaede bûn. Her wiha kesayetên ji Tunis, Filistîn, Lubnan, Şengal û Şamê bi rêya onlinê beşdarê bûn.

Li gorî bernameyê, 5 mijarên sereke tên nîqaşkirin; nîştimanî, vîn, fikra azad, rêxistinên, xweşikbûn û exlaq.

Axaftina destpêkê ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed ve hate kirin. Ronahî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Ev komxebat di çarçoveya piştgiriya pêngava piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalan ku parastina jinan kiriye de pêk hat."

Ronhaî bal kişand ser rola aktîf a beşa jinên ciwan ji tevahî pêkhateyan ji destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û got ev forum nîşaneya girêdana hêz û yekitiyê wan e.

Nîqaşên komexbatê dewam dikin û dê îro bi encamnameyekê bi dawî be.

(fr)

ANHA