Dewleta Îranê cezayê girtîgehê da parêzerê malbata Jîna Emînî
Dewleta Îranê salek cezayê girtîgehê û du sal qedexeya tevlîbûna çalakiyên medyaya civakî da hiqûqnas û parêzerê malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext.
![Dewleta Îranê cezayê girtîgehê da parêzerê malbata Jîna Emînî](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/171248_untitled-7-750x430-1.jpg)
Ligorî rêxistinên mafên mirovan yên Kurdistanê, parêzerê Hiqûqnas û parêzerê malbata Jîna Emînî, Salih Nîkbext, Elî Rezayî ji wan re ragihandiye ku ‘Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê’ salek cezayê girtîhehê û du sal jî cezayê qedexeya tevlîbûna çalakiyên li torên medyaya civakî li parêzarê malbata Jîna Emînî, parêzer û hiqûqnas Salih Nîkbext biriye.
Elî Rizayî di daxuyaniyekê de got: “Mixabin dadgehê bêyî berçavgirtina parastinên min û birêz Nîkbext, cezayê herî giran li ser vê tawanê birî ku ew jî salek cezayê girtîgehê ye.”