Xelkê Siwêdayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Xelkê Siwêdayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û careke din daxwazên xwe anîn ziman.

Xelkê Siwêdayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Siwêdayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
16 cotmeh, 2023   13:33

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayî di roja xwe ya 57′an de dewam dikin.

Bi dehan şêniyên Siwêdayê li qada Keramê ya navenda bajêr kom bûn û careke din daxwazên xwe yên hilweşandina rejîmê, pêkanîna biryara 2254 û serbestberdana girtiyan anîn ziman.

Xwepêşandêran daxwaza destpêkirina lêpirsînê der barê komkujiya li Himsê de kir û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Xwepêşandêran diyar kirin ku dê heta çûyîn Esed û pêkanîna demokrasiyê û pêşxistina rewşa Sûriyeyê, guhertina siyasî û biryara 2254′an xwepêşandanan dewam bikin.

(mh/bb)