Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome

Desteya Şaredariyên Herêmî sererastkirina beşek rêya navneteweyî (M4) ya navbera bajarên Hesekê û Qamişlo ku ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker navber dabûye, didomîne.

Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
Sererastkirina rêyan ku ji ber êrişan rawestiyabû didome
15 cotmeh, 2023   10:30

Desteya Şaredariyên Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1`ê Cotmehê dest bi sererastkirina beşê rêya navneteweyî (M4) yê navbera bajarên Hesekê û Qamişlo kiribû. Lê xebatên sererastkirinê ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker hatibû rawestandin.

Rêya ku tê sererastkirin bi dirêjahiya 28 km û firehiya 12.5 m û bi qalindiye 7 cm e.

Tê payîn ku xebatên sererastkirinê di çend mehan de bi dawî bibin.

(c)

ANHA