Însiyatîfa Nûn jî tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan bû

Însiyatîfa “Nûn Ji bo Azadiya Ocalan” a li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî tevlî kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bû.

Însiyatîfa Nûn jî tevlî pêngava ji bo Rêber Abdullah Ocalan bû
15 cotmeh, 2023   10:12

Însiyatîfê telîvbûna xwe ya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” ji aliyê sandîkayên cîhanî û partiyên siyasî ve li 74 navendên cîhanê di 10`ê Cotmehê de hatibû ragihandin.

Daxuyaniya însiyatîfê wiha ye:

 “Rêber Abdullah Ocalan bi nêrîna xwe ya rast ji bo rizgarî û azadiya gelan çareseriyên siyasî pêşkêş kirin û teqezî bi çareserkirina nakokiyên navbera pêkhateyan bi giştî û di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd û azadkirina vî gelî kir, da ku li seranserê herêmê aştî pêk were. Her wiha ji bo azadiya jinan gelek pêşniyar kirin. Bi saya van fikrên wî gelên herêmê bi giştî û bi taybetî jin azadiyê hîs dikin û bi rêya parêznameyên Rêbertî yên mîna Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Sosoyolojiya Azadiyê û Parastina Gelekî di nava şoreşa fikrê azad de dijîn.

Lewma, hemû hêzên kapîtalîst dijberiya xwe li hember Birêz Ocalan nîşan da û di 9`ê Cotmeha 1998`an de li dijî wî komployek qirêj saz kir, ew revand, di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de dîl girt û ew ji hemû mafên sivîl û fikrî bêpar hişt. Lê belê bi israra berxwedanê û şerê zilmê gelê Kurd û dostên wî ev fikr li seranserê cîhanê belav kir û hîna jî bi şev û roj ji bo azadiya Rêber Ocalan têdikoşe. Em îro dibînin ku gel û pêkhateyên ji çar hêlên cîhanê bi yek dengî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Em tevlîbûna xwe ya vê pêngava cîhanî ya bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” re radigihînin. Em hemû hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd li herêmê girîng dibînin. Em dizanin ku astengiya herî mezni li pêşiya çareseriyê dewleta Tirk e. Ev yek ji komplo û binpêkirinên li djiî Birêz Ocalan û gelê Kurd ê herêmê diyar e.

Hikumeta Tirkiyeyê baş dizane ku eger pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, dê dîkatoriya wê hilweşe. Bila hemû cîhan bizane ku çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bandoreke erênî li pirsgirêkên Rojhilata Navîn bike. Ev çareserî mîna xilasiya ji zordestiya li herêmê ye, ev yek jî azad û ajoyeke mezintir ber bi demokrasiya hemû gelên Rojhilata Navîn ve dide û dikare aştiyê ji bo tevahî herêmê jî bîne.

Wekî jinên endamên Însiyatîfa Nûn em teqez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe li gorî vê bingeha aştiyê tevbigerin, ku gava wê yekem pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina hemû pirsgirêkên siyasî yên herêmê û Rojhilata Navîn e.”

(c)