Li Hesekê merasîma oxirkirina 6 cangoriyan

Di merasîma oxirkirina şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbr a li Hesekê de peyamên yekîtiyê hatin dayîn.

11 cotmeh 2023   12:38

Şêniyên kantona Hesekê îro cenazeyên 5 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir “Salih Yûsif, Lorans Ebdî, Menaf Semîr, Ebdullah El Ilêwî û Ezîz Ebdo yên 9`ê Cotmehê li herêma Dêrikê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, her wiha cenazeyê welatiyê sivîl Îskender Hiso yê 4`ê Cotmehê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Hesekê de şehîd bûye, oxir kirin.

Piştî ku cenazeyên şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin wergirtin, bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê girêdayî Hesekê ve derxistin rê.

Li goristanê bi sedan pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima El Elî axaftin kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Fatima got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê newêrin rû bi rû şerê hêzên me bikin, lewma serî li balafiran didin.”

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fîdan Hiso jî axaftin kir û bi van gotinan bal kişand ser rola şehîdan di parastina aramiya herêmê de: “Em îro ji Dêrikê heta Şehbayê şehîdên xwe oxir dikin. Berxwedana ku me daye destpêkirin bêdawî ye. Ji ber ku şehîdên me ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşa bêhempa tiştê xwe yê herî giranbiha feda kirin.”

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî El Hesen jî axivî û diyar kir ku 29 şehîdên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser mekanîzmeyên têkoşîna li dijî madeyên hişbir perwerde didîtin û wiha domand: “Hedefgirtina Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir û binesaziya herêmê sîstematîk e û asta kîna dewleta Tirk a dijî herêmên me nîşan dide. Hedefgirtina vê akademiyê ji bo xirakirina moralê pêkhateyên herêmê û belavkirina tevlîheviyê ye. Dîrok bi xwînê tên nivîsîn. Zarokên xwe fêr bikin ku qelenê aramiyê xwîna pîroz e.”

Elî El Hesen soz da ku ew ê rêya hevalên xwe dewam bikin û got: “Nifş bi nifş em ê li ser vê axê bimînin."

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîd Salih Yûsif, Lorans Ebdî, Menaf Semîr û Îskender Hiso li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin. Cenazeyên şehîd Ebdullah El Ilêwî jî bo Goristana Şehîdan a Şedadê, cenazeyê şehîd Ezîz Ebdo jî bo Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hatin birêkirin ku dê li wir bên defnkirin.

(c)

ANHA