3 roj şîn hat îlankirin

Rêveberiya Xweser ji ber şehadeta 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 rojan şîn îlan kir.

3 roj şîn hat îlankirin
9 cotmeh, 2023   12:27

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrişên şevê din ên dewleta Tirk a dagirker de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber şehadetan li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 rojan şîn hatiye îlankirin.

(c)

ANHA