Êrişên Rûsya û hikumeta Şamê dijî Idlib û Hemayê didomin

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li gundewarê bakurê Lazîqiyê bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî dever û gundên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Êrişên Rûsya û hikumeta Şamê dijî Idlib û Hemayê didomin
9 cotmeh, 2023   12:24

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê derdora girên Kebîne yên li gundewarê bakurê Lazîqiyê bombebaran kirin.

Li derdora bajarê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê jî endamekî hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên El Fetih El Mûbîn hat kuştin.

Hikumeta Şamê jî carek din derdora gundên El Qesr, Kefer Emme yên rojavayê Helebê û derdora gundê Avis, bajarokên Sifohin û El Fitêra yên başûrê Idlibê, gundê Sermaniyê yê li herêma Sehil Xab a rojavayê Hemayê bi çekên giran topbaran kirin.

Ji destpêka îsal de li herêma bêçek 481 kes di encama 304 êrişên bejahî û şer de hatine kuştin, her wiha zêdetirî 151 welatî birîndar û 221 leşkerên Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûne.

(c)