Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol hat taloqkirin

7`emîn Pêşangeha Pirûtkan a Şehîd Herekol ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker heta demeke ne diyar hat taloqkirin.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol hat taloqkirin
9 cotmeh, 2023   10:11

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji ber êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara taloqkirina 7`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol da.

Li gorî komîteya amadekar a pêşangehê, diviyabû pêşangeh 15`ê Cotmehê li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê bi beşdarbûna 62 weşanxaneyên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dest pê kiriba û heta 8 rojan dewam kiriba.

(sb/c)

ANHA