Li Serêkaniyê 2 jinên ciwan hatin qetilkirin

Li bajarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye 2 jinên ciwan qetilkirin.

Li Serêkaniyê 2 jinên ciwan hatin qetilkirin
9 cotmeh, 2023   09:57

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ciwanekî ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî piştî ku îşeknce li wan kir, 2 jinên ciwan bi guleyan qetil kirin.

Şêniyên gundê Diwêra yê gundewarê Serêkaniyê 30`ê Tîrmehê jî cenazeyê jineke ciwan a 17 salî dîtibû. Ew jin bi çeka nêçêrê hatibû kuştin.

Di 9`ê Cotmeha 2019`an de arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kiribû, di encama êrişê de her du bajar hatin dagirkirin.

(c)