Di topbarana li ser 7 gundan de leşkerekî Şamê hate kuştin

Artêşa Tirk ji duh êvarê ve, 7 gundên Şera û kantona Şehbayê topbaran dike. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û 1 jî birîndar bû.

Di topbarana li ser 7 gundan de leşkerekî Şamê hate kuştin
9 cotmeh, 2023   09:12

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh êvarê û heta niha bi çekên giran gundên Til Çîçan, Semoqa, Tat Meraş, Kefer Anton ên kantona Şehbayê, gundên Meranaz, Malikiye, Şewarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dikin.

Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 1 jî birîndar bû.

(şx)

ANHA