Bîlançoya qurbaniyên erdheja Efganistanê giran dibe: 2445 mirî

Di erdheja li Efganistanê de heta niha 2 hezar û 445 kesan jiyana xwe ji dest daye, 9 hezar û 240 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya qurbaniyên erdheja Efganistanê giran dibe: 2445 mirî
9 cotmeh, 2023   09:04

Li gorî ajansa Reutersê, hejmara qurbaniyên erdheja Efganistanê derket 2 hezar û 445 kesan, ya birîndaran jî gihîşt 9 hezar û 240 kesî. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û hikumeta Talîbanê ji bo alîkariya navneteweyî banga lezgîn kiriye.

Roja şemiyê (7 Cotmeh) li bajarê Herat ê Efganistanê ku nêzî sînorê Îranê ye erdhej çêbibûn. Yek ji wan bi hêza 6.3 pêk hatibû. Erdhejê bandor li herêmên bakur rojhilatê Îranê jî kir.

(c)