Çeteyan îşkence li 3 welatiyan kir piştre revandin

Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta îşkence li 3 welatiyan kir û piştre revandin.

Çeteyan îşkence li 3 welatiyan kir piştre revandin
9 cotmeh, 2023   08:53

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihandin ku çeteyên “Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabeta îşkence li 3 welatiyan kirine, piştre birine cihekî ne diyar. Aqûbeta kesên revandî heta niha jî nayê zanîn.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Mihemed Ehmed Mistefa

Fehîme Ehmed Hemalîko

Ebdo Izet Genc Xemîs

(şx/c)

ANHA