Çalakgerên konê berxwedanê: Em şopdarên fikrê Serokê xwe ne

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konê berxwedanê li Kobanê da destpêkirin.

Çalakgerên konê berxwedanê: Em şopdarên fikrê Serokê xwe ne
9 cotmeh, 2023   08:48

Îro (9`ê Cotmehê) salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e ku di encamê de û bi hevkariya îstixbaratên navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de li paytexta Kenya Nayrûbiyê dîl hate girtin.

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina komployê, li Qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê konê berxwedanê veda.

Çalakî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatiye orgenîzekirin. Şêniyên herêma Firatê bi rêya çalakiyê vîna xwe ya azad nîşan didin û komployê red dikin. Her wiha daxwaza bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Yek ji kesên ku çalakî bi rêxistin kiriye Xalid El Cerade diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê çalakiyên wan berdewam bikin. El Cerade wiha domand: “Bila bizanin ku gelên li ser fikr û felsefeya Rêbertî mezin bûne.”

El Cerade bal kişand ser aramnca çalakiyê û got: “Armanca me ew e ku em peyamê bidin komplogeran ku em ê şopdarên fikrê Serokê xwe bin. Em ê teqez axa xwe ji destê dewleta Tirk rizgar bikin. Divê gelê herêmê di oxira wê de têkoşînê mezin bikin. Ger wisa nekin em ê tune bibin. Plana dewleta Tirk êdî ji her kesî re diyar e, berxwedan jî rêya yekane ya têkbirina komployan e.”

Dê çalakgerên ku li dijî komployê dimeşin jî tevlî çalakiyê bibin.

(şx/c)

ANHA