Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e

Musa rojekê bawer nekir ku gundê wî yê biçûk bibe şahidê hovîtiye dewleta Tirk. Dewleta Tirk li dijî malbatekê komkujiyek pêk anî ku Mûsa dateyên wê, rewşa xwe û malbata xwe piştî êrişan vegotin.

Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
Komkujiya gundê Sefawiyê şahidê hovîtiya dewleta Tirk e
9 cotmeh, 2023   07:22

Çîrokên bi êş ên koçberên Girê Spî bi dawî nabin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û xemsariya civata navnetweyî sedema wê ne.

Beriya 4 salan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş Serêknaiyê û Girê Spî kir û her du herêm di 9`ê Cotmeha 2019`an de dagir kirin. Li koçberiyê, koçber li ber xwe didin ta ku li war û malên xwe vegerin ên jê hatine koçberkirin.

Mûsa Derwîş, yek ji şahidên hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e. Piştî koçberiyê, Derwîş û 6 endamên malbata xwe di konekê de li kampa koçberên Serêkaniyê bi cih bûye.

Derwîşê 50 salî, ji gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê ye. Gund li eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye. Tenê 2 kîlometre ji baregeha dewleta Tirk a li gundê Bîr Îsa yê nêzî rêya M4`ê dûr e.

Li gudnê Sefawiyê 3`yê Tebaxa 2020`an komkujiyek li dijî malbatekê pêk hate û di encamê de gelek ji wan şehîd û birîndar bûn. Di nav wan de zarokên ku temenê wan 12 sal derbas nake jî hebûn.

Tankeke dewleta Tirk, mala welatiyê bi navê Zêdan Xelef El Îsa topbaran kir. Di encamê de bav û 3 zarokên wî; Ziyad (12), Huda (8) û Muna (10) yekser şehîd bûn û hevjîna wî tevî du keçan ku yek ji wan 2 salî bû, birîndar bûn.

Derwîş têkildarî wê komkujiyê wiha axivî: “Tevî topbarana rojane lê ez ji gund derneketim. Jin û zarok ditirsîn. Ji ber dengê topan bi wan re nexweşiyên mîna şekir, zerik çêbû.

Derwîş wiha domand: “em wisa man û me dev ji gundê xwe bernade. Ev axa me ye û li ber dilê me pir biha ye. Lê rojekê tankeke dewleta Tirk a dagirker ji baregeha Nûrî yê li gund Bîr Îsa, li mala apê min Zêdan El Îsa ket. Pir caran ji wir top diavêtin gund dema xelk di xew de bû.”

Her wiha Derwîş vegotina serpêhatiya xwe wiha berdewam kir: “Piştî vê êrişê û ji ber ku em li ser malbatên xwe tirsîn, em neçar man derkevin. Ji ber ku dagirkerî rasterast malbatên me topbaran dikir. Me li dû xwe mal û zeviyên xwe hiştin. Lê em tu carî axa xwe ji bîr nakin. Dema ez û kurmamên xwe li hev rû didin li kampê, em gund tînin bîra xwe û dilê me tijî hesrat û bêrîkirin e.”

Mûsa Derwîş wek koçberên din, got ew dê rojekê li gundê xwe vegere lê piştî ku dagirkerî jê derkeve.

(şx)

ANHA