Dewleta Tirk a dagirker şevê din 17 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker şevê din 17 caran bi balafirên şer, balafirên bêmirov-bi çek û topan êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker şevê din 17 caran êrîş kir
9 cotmeh, 2023   06:55

Êrîşên dewleta dagirker ku ji 4’ê cotmehê ve bi dijwarî tên pêkanîn, ji duh (8 Cotmeh) êvarê heta derengiya şevê jî dom kirin.

Artêşa dagirkeran bi balafirên şer, balafirên bêmirov-bi çek û topan 17 caran êrîşî navendên xizmetguzariyê, enerjiyê û hêzên ewlekariyê kir.

Di êrîşan de şehîd û birîndar çêbûn, ziyana maddi derket holê. 

Cihên ku bûne hedefa êrişan:

Saet 15.15: Gundewarên navçeya Şera ya Efrînê hat bombebarankirin.

Saet 18.00: Gundên Gerdemiyê û Eyndîwer ên gidêrayî Dêrikêhatin topbarankirin.

Saet 19.00: Derdora navçeya Til Rifat a Şehbayê hat topbarankirin.

Saet 19.00: Li bejahiya Dêrikê noqteyek Hêzên Hikûmeta Şamê hat topbarankirin.

Saet 21.35: Navenda navçeya Eyn Îsaû rêya M4 a navnetewî hatin topbarankirin.

Saet 22.15: Balafirên şer ên dagirkeran navendên neftê yên Odê û Girdahol ên li Tirbespiyê bombebaran kirin.

Saet 22.21: Derdora Kobanê hat topbarankirin.

Saet 22.30: Balafirên şer li gundewarên Dêrikê navendek Hêzên Ewlekariya Hundirîn îstasyonek neftê bombebaran kir.

Saet 22.35: Derdora Tirbespiyê hat topbarankirin.

Saet 22.41: Navenda navçeya Zirganê û derdora wê hat topbarankirin.

Saet 22.50: Rojhilatê navçeya Amudê hat topbarankirin.

Saet 23.00: Bejahiya navçeya Til Rifat hat topbarankirin.

Saet 23.17: Bejahiya Bakûrê Minbicê hat topbarankirin.

Saet 23.41: Gundewarên Til Temir hatin topbarankirin.

Saet 23.51: Bejahiya navçeya Tirbesipiyê hat topbarankirin. 

Saet 23.55: Li herêma Koçeratan a Dêrikê navendek Hêzên Ewlekahiya Hundirîn hat bi balafirên şer hat bombebarankirin.

Saet: 01.17: Bejahiya navçeya Şêrawa ya Efrînê hat topbarankirin.

(a)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/12K2WcrpCUc?si=bbG4OA4AWoGEdA-n" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tPYfSTDdVrU?si=qnYMrNzJzGprtsfP" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>